|
Xemdiyarda nebînem!
Va diyarda nûh debînem ço li ax’ me gund neman
kewn sitara kûr pelînem zor ji bir me niþtîman
Va siwara dû êþînem ço li hêz me ma guman
ka dibara zû neþînem kok nemaya va dijman
Va neyarda jor de kînem çû ji zar’ me zîz ziman
ne siyarda doz perînem ho pê gel me bûd raman
Va bêtara tu ne dînem turk jihuyên aleman
ka bêdara hûr kujînem va neyarên lem ferman
Va bijarda sûr dejîmen roj ne roz e zor deman
bû mijarda tûj kiþînem þew þewat e ka yaman
Va bizara rût deçînem mêw jê zaye da pêman
ka mitala hûr tiwînem xêw ne daye asiman
Va peyada dol de xwûnem new nedaye ka me xan
da zarawa col debîsem kew nebaye ka hozan
Va þiyara hol gerînem dewl’ nemaye ka dîwan
ka diyara hor lê wîrem ewl’ me daye bên xwedan
Va miþara gul tê þînem xwî cefayem bîhn nedan
ha mezara gur pê þînem xwe birayêm þehîdan
Va hawara torr de bîrêm ço nemaye tollvedan
da seraya dur gihînem jor ebana me kurdan
© ji helbestên Geryana Dûr, ABDALLAH OSMAN, Berlîn, þibat/reþmal 1996.
Min ev helbesta bi bona þerên qirêj û pêlên þewtandin û wîrankirina gund û cihwarên kurdan li bakura Kurdistanê bi destên rêjîma leþkerî ya turkên faþîst di bin periþtiya peymana hevbendiya leþkerî-stratêcî di navbera rêjîmên leþkeriya turkan (T. Çîler) û cihuyên Îsraêlê (Y. Barrak), bestandibû. Di wan salan de nizîkî 4500 gundên kurdan li bakur hatibûn vala- û xerabkirin û dorî 3 million gundiyan hatibûn qewtandin, bêserbankirin. Rêjîmên Alemanyayê û arabên Suriyayê ji sala 1993 de bi hev re PKK qedexekiribûn û bikardihênan. Barê ko PKK û Abdallah Ocalan ji þamê, Qirdaha û Libnanê ve rakirîbû ji wan mestir derkeft: Berxwedana çekdarî bi zimanê turkî bo serxwebûna Kurdistanê!
|